Li Efrînê dagirkeran goristan şewitandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibê li gundê Xelîl ê navçeya Şiyê ya Efrînê agir berdan goristana gund.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibê li gundê Xelîl ê navçeya Şiyê ya Efrînê agir berdan goristana gund.
Hate diyarkirin ku dagirkeran ji bo ku gel bi wesîleya Cejna Remezanê serdana goristanê nekin, agir berdane goristanê.
Li aliyê din di demên dawî de artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê agir berdaye zêdetirî 14 hezar donim û cihên daristanî.