Li Efrînê cenazeyên du şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Osman Mistefa û şervanê YPG′ê Mistefa Elûş, bi merasîmekê li Goristanên Şehîd Seydo û Şehîd Refîq veşartin.
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Osman Mistefa û şervanê YPG′ê Mistefa Elûş, bi merasîmekê li Goristanên Şehîd Seydo û Şehîd Refîq veşartin.
Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê ya Herêma Federal a Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a navenda bajarê Efrînê kom bûn û alên YPG/YPJ′ê/PYD′ê Hêzên Asayîşê, HPC′ê, Kongra Star, her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên têkoşerên azadiyê hilgirtibûn.
Piştî ku gel cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Osman Mistefa yê ku 21′ê Tebaxê di berxwedana li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Kanrona Şehba de şehîd bibû girtin, ber bi Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeta Şera re ketin rê.
Di merasîma de, Endamê Meclîsa Zagonsaz û Rêveber a Kantonê, Endamên PYD′ê, Komeleya Êzidiyan, Êlên Ereb ên Kantonê, Hêzên Eşîreyan, Hêzên Asayîşê û bi sedan welatiyên Kantona Efrînê, amade bûn.
Li goristanê merasîm bi deqyeke rêzgirtina Hêzên Asayîşê ve destpê kir. Piştre jî Serokê Desteya Hundirîn Hesen Beyrem û Endama Rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Sureya Hebeş, axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd û tevahî gelên Bakurê Sûriyeyê re xwestin û diyar kirin ku şehîd hemû tiştên giranbuha feda dikin da xaka xwe rizgar bikin û parastina rûmeta xwe bikin. Her wiha diyar kirin ku destkeftên hatine pêkanîn jî, bi saya fedakariya şehîd bûn.
Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hate nûkirin.
Di dawiya merasîmê de jî nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşman ve hate veşartin.
Cenazeyê şehîd Mustefa Elûş (Takîn Efrîn) jî li Gorisana Şehîd Seydo ya gundê Kefer Sefra ya herêma Cindirêsê hate veşartin.
Destpêkê deqeyek rêz hat girtin, piştre şervanê YPG/YPJ′ê û Hêzên Xweparastinê merasîmek leşkerî lidar xistin.
Di merasîmê de bavê şehîd, Mecîd Elûş, Fermandarê YPG′ê Mihemed Efrîn û Endamê Meclîsa Federaliya Bakurê Sûriyeyê Arif Şêxo, axivîn.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku şervanên azadiyê rêya azadiya ronî dikin û serkeftinên mezin bi dest dixin. Her wiha gotin ku bila her kes bizanibe ku projeya Federaliya Bakurê Sûriyeyê bi saya felsefeya Rêbertiyê û fedekariya şehîdan hat avakirin û çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyeyê û tevahî Rojhilata Navîne.
Di dawiya merasîmê de soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê hat dayîn.
Piştre nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê şehîd bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ wî li goristanê hat veşartin.