Li Efrînê bi hezaran kes meşiyan Cindirêsê

Li Efrînê bi hezaran kes ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê  ji Efrînê çûn Cindirêsê.

Bi konvoya ku ji hezaran wesayîtan pêk dihat gel berê xwe da Cindirêsê. Li vê derê ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê û gelê Cindirêsê hatin pêşwazîkirin.

Ji ber êrîşên bi top û balefiran ên artêşa Tirk a dagirker li bajêr gelek mal û dikanên sîvîlan hatibû hilweşandin. Ligel vî tiştî jî gel ji Cindirêsê dernakeve.

Cindirêsiyan bi coşeke mezin kesên ji Efrînê hatine, di têketina bajêr de ezimandin.

Di meşê de dema ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan hatin berzkirin, artêşa Tirk a dagirker ji Atmê derdora Cindirêsê bomberdûman kir.

Gelê Kurd, Ereb, Siryan û Tirkmen tevî şervanan govend gerandin û peyama geşkirina berxwedanê dan.