Li Efrînê bi êşkenceyê du extiyar qetil kirin

Çeteyên artêşa Tirk li Efrînê du extiyarên ku hevserê hev bûn revandin û bi êşkenceyê qetil kirin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên xwecihî wergirtiye, çeteyên Cebhe El Şamiye yên artêşa Tirk a dagirker di 25'ê Tebaxê de avêtin ser taxa Eşrefiyê ya Efrînê. Mihyedîn Oso yê 78 salî û hevsera wî Horiye Bekir a 74 salî revandin.

Hate ragihandin ku çeteyan her du extiyar girê dane û êşkence li wan kirine. Li gorî agahiyan Mihyedîn Oso di dema êşkenceyê de hate qetilkirin, Horiye Bekir jî ku derb ji rû û sînga xwe xwar piştî êşkenceyê bi 12 rojan jiyana xwe ji dest da.