Li Efrînê 11 sivîl hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Bilbil û Recoyê jinek di nav de bi kêmanî 11 sivîlên din revandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  jinek jî di nav de 11 sivîl ji navçeyên Bilbilê û Raco yên Efrînê revandine.

Çavkaniyên xwecihî navê kesên ji gundê Malimo ya Recoyê hatine revandin wiha rêz kirin:

Reşîd Reşîd Zêbar (65), Ehmed Mihemed Xelîl Zêbar (45), Selah Ehmed Îbrahîm (38), Sebrî Mihemed Faris (35), Ismet Hesen Eloko (35), Hisên Mihemed Îbrahîm (67) û Qaziqlî Emîn Faris (45).

Çavkanî destnîşan kir ku li gundê Mamilo nêzî 90 kes hene ku çeteyên dewleta Tirk li wan digerin da ku wan birevînin.

Çeteyan her wiha ji gundê Qestela Xidiriya ya navçeya Bilbilê welatiya bi navê Leyla Mihemed (46) revand.