Li Efrîn talan didome: 120 darên din ên zeytûnan hatin şewitandin
Dewleta Tirk a dagirker li talana Efrînê dixe. Li navenda bajêr 120 darên din ên zeytûnan hatin birîn.
Dewleta Tirk a dagirker li talana Efrînê dixe. Li navenda bajêr 120 darên din ên zeytûnan hatin birîn.
Li gorî agahiyên ku hatine standin li navenda Efrînê li dehma pira nû 120 darên zeytûnan hatin birîn.
Diyar bû ku dar ên Mihemed Elî Hebîb ê ji navçeya Bilbilê ye.
Hate gotin darên ku hatine birîn, çeteyên dewleta Tirk dane ber firotanê.
Sala 2018'an piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir rejîma teror û talanê danî. Zeytûnên Efrînê têne dizîn û li qada navnetewî têne firotin. Heta niha bi hezaran darên Efrînê hatine birîn û birine Tirkiyê yan jî deverên ku hatine dagirkirin.