Li Efrîn, Ezaz û Mareyê 8 çete hatin kuştin

Li herêmên Ezaz, Mare û Efrînê di çalakiyên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê de 8 çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku li herêmên Ezaz, Mare û Efrînê yên dagirkirî li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete çalakî hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di 4'ê Îlonê de li gundê kefer Kilbîn ê herêma Ezazê li dijî koma çete El Cebha El Şamiye çalakiye hate kirin û di encamê de çeper û stargehên çeteyan hatin rûxandin, di encamê de 2 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku derb li wesayiteke leşkerî hatiye xistin, çekeke kalaşnîkov, dûrbînek, telefonek û êlekekî êrîşê yên çeteyan hatine bidestxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di 5'ê Îlonê de li gundê Kebaşîn ê navçeya Şêrawa ya Efrînê di çalakiya yekîneyên wan de 4 çeteyên dagirker hatin kuştin û çekek kalaşnîkov û dûrbînek hatin bidestxistin.

Li gorî daxuyaniyê di 5'ê Îlonê de li rêya gundê Basûtê yê navçeya Şêrawayê, li dijî wesayiteke leşkerî ya koma çete ya Tûgaya 5'an çalakiyek hate kirin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de wesayit hatiye rûxandin û tevî qaşo berpirsyarê komê Saîd Farîs 2 çeteyên dagirker ên di wesayitê de birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di heman demê de li derdora gundê Tiwêhînê yê herêma Mareyê li dijî çeper û stargehên çeteyan çalakiyeke bi çekên ferdî hate kirin û di encamê de 2 çete hatin kuştin.