Li Efrîn-Şehbayê mehekê nêzî hezar carî êrîş hate kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku di nava meha Sibatê de dewleta Tirk a dagirker nêzî hezar carî êrişî herêma Efrîn-Şehbayê kiriye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrîn û Şehbayê yên di meha Sibatê de, daxuyaniyeke nivîskî da.

Li gorî bîlançoyê di 8’ê Sibatê de li gundê Bênê yê navçeya Şêrawa di encama topbaranê de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bûye.

Her wiha li heman gundî di 12’ê Sibatê de di topbaranê de şêniyek jî birîndar bûye û di encama topbarankirina malekê de leşkerekî hikumeta Şamê û şêniyek (Ciwan Ezet Xeca Ezwed) hatine kuştin û şêniyek (Ednan Kito) jî birîndar bûye.

Dîsa di 13’ê Sibatê de gundê Bênê hatiye topbarankirin û şêniyek hatiye kuştin, şêniyek jî birîndar bûye û li gundê Til Medîq di encama topbaranê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Di 23’yê Sibatê de balafireke bêmirov a keşfê ya dewleta Tirk a dagirker li gundê Til Eyînb hatiye îmhakirin.

Di 29’ê Sibatê de jî di encama topbarana artêşa Tirk a li dijî gundê Teanê de şêniyek (Yusêf El Hayêk) hatiye kuştin û şêniyek (Ebdilrehman El Hayêk) jî birîndar bûye. Her wiha heman rojê di topbarana li ser gundê Soxanekê de şêniya bi navê Emîne Hikmet Mihemed bi giranî birîndar bûye.

Li gorî bîlançoyê, dagirker û çeteyên wê di meha Sibatê de 1214 caran bi obusan, 649 caran bi hewanan, 32 aran bi tankan, 77 caran bi bombeavêjan, 4 caran bi moşekan û 9 caran bi balafirên bêmirov û carekê jî bi dronan êrişî herêmê kiriye.