Li Dirbêsiyê û Zirganê gel li dijî dagirkeriyê meşiyan

Li Dirbêsiyê û Zirganê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirke ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya di êrişan de meşiyan.

Bi sedan şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê li dijî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ya li Başûrê Kurdistanê û bêdengiya hikumeta Başûr a li hemberî van êrişan daketin qadan.

Meş ji pêşiya çerxerêya Jina Azad a Dirbêsiyê dest pê kir. Di meşê de alayên HPG û pankartên bi nivîsên "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" hatin hildan. Her wiha bê navber diruşmên silavkirina berxwedana gerîlayan û şermezarkirina êrişan hatin berzkirin.

Meş li ber avahiya Kongreya Star rawestiya û mîtîngeke hate lidarxistin.

Mîtîng bi deqeya rêzgirtin a bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Li ser navê Kongreya Star Edalet Omer axivî û got: "Em piştgirya berxwedana gerîlayên li çiyayên Kurdistanê dikin ku li hemberî dagirkerî û xiyanetê li ber xwe didin."

Edalet Omer diyar kir ku gerîla hêza yekane ye ku ji bo rêgirtina li ber şerê di navbera Kurdan de têdikoşe û got: "Em gelên Rojava ji bo têkbirina dagirkeriyê û planên wê yên li dijî gelê Kurd têbikoşin."

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.