Li Dirbêsiyê û Helebê salvegera damezrandina KJK’ê hat pîrozkirin
Xelkê Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temirê û Helebê salvegera damezrandina KJK’ê bi awayekî bi coş pîroz kir.
Xelkê Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temirê û Helebê salvegera damezrandina KJK’ê bi awayekî bi coş pîroz kir.
Şêniyên bajarên Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê yên kantona Cizîrê salvegera 20’an a damezirandina Komalên Jinên Kurdistan (KJK) pîroz kir. Şahî li Qada Garaca bajarê Dirbêsiyê bi beşdariya endamên saziyên sivîl, meclis û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat lidarxistin.
Di şahiyê de rêvbera meclisa Kongra Star a Kantona Cizîrê Şêrîn Oso axivî û got, KJK’ê bi saya têkoşîna jinên şoreşger, di serî de şehîd Sakine Cansiz ava bû û bû zemîna têkoşîna jinan a ji bo azadî û wekheviyê
Şêrîn Oso bal kişand ser şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha dom da axaftina xwe "Li herêma me jin di hemû qadan de li hemberî êrişên li ser jinan û hewldanên şikandin îradeya wan tê dikoşin. Em hêza xwe ji vê KJK’ê digirin û ji bo avakirina fikra jina azad a ku li Kurdistanê dest pê kiriye û li cîhanê belav bûye, dixebitin."
Piştre Koma Şehîd Şoreş, Koma Şehîd Zîlan û huneremend Danîş Botan stran gotin. Beşdaran jî li ber stranan govend gerandin.
Di dawiya pîrozbahiyê de endamên Kongra Star dar çandin.
HELEB
Bi heman armancê, Meclisa Kongra Star a Heleb û Yekitiya Jinên Ciwan jî bi dirûşma "Konfederalîzma demokratîk a jinan mîsogeriya azadiyê" şahiyek li Hola Star Life ya li herêma Şiqêf a Helebê li dar xist.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Rîhana Elo axivî. Rîhana bal kişand ser têkoşîna jinan a ji bo azadiyê û destkeftiyên ku hatine bidestxistin û got, “KJK’ê, jin bi mafên wan da nasîn û rêya azadiyê nîşan da.
Di şahiyê de berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Sîdra Îbrahîm bal kişand ser vê yekê ku yekem car di dîroka Kurdistanê de Rêber Apo analîzên berfireh der barê pirsgirêka jinan, şêwazên têkilî û jiyana de pêşkêş kir, her wiha şoreşa azadiyê wekî mijareke girîng destnîşan kir.
Piştre Koma Şehîd Barîn û endama Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo, Fatima Ebdo stran gotin. Koma Şehîd Hêzil jî govendên gelêrî pêşkêş kir.
Şahî bi gerandina govendan ji aliyê beşdaran ve bi dawî bû.