Li Dirbêsiyê tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin

Bi meşeke ya li Dirbêsiyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Bi sedan şêniyên navenda navçeya Dirbêsiyê û gundên wê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Meş ji pêşiya navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan destpê kir. Şêniyan pankartên "Bijî berxwedana Îmralî", "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Na ji guhertina demografyaya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re" û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildabûn û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê berz kirin.

Welatî li qada Şehîdan rawestiyan û deqeyekê rêz girtin. Endamê Meclîsa Giştî ya PYD'ê Ebdulkerîm Saroxan axivî, tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û siyasetên rejîma Tirk şeremzar kirin û got: "Em di pêvajoyeke hestiyar û zehmet re derbas dibin. Ji ber ku hêza me bûye mijareke navneteweyî. Hemû hêzên serwer û ên dijber li hemberî îradeya me û hêza me disekinin û êrişî herêmê dikin."

Saroxan wiha domand: “Tirkiye bi rê û rêbazên nû hewl dide herêmê dagir bike û pêkhateyên herêmê tine bike. Bersiva gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dagirkeriya Tirk re, kombûna we li qadên têkoşîn û berxwedanê ye."

Meş bi silavkirina berxwedana Îmraliyê û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bû.