Li dijî tecrîda Îmraliyê ji NY’ê re name

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, li dijî tecrîda Îmraliyê ji Sekreteriya Giştî ya NY’ê re name şand.

JI NY’Ê RE NAME

Bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, ji bo rewşa sîstema êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê û ferzkirina “cezayên disîplînê” yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan nameyek bi zimanên kurdî, erebî û îngilîzî ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re şand.

Name bi rêya şandeyeke ku ji endama Rêveberiya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Nûha Umer, endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalana a Sûriyeyê Silêman Ehmed, Endama Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Aynûr Paşa û hevserokê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Emîn Niêmî pêk tê, radestî Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li bajarê Qamişloyê hat kirin.

Di nameyê de bang li Guterres hate kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo demildest bikeve nava liv û tevgerê.

Di nameyê de hate destnîşankirin ku kampanyaya navneteweyî ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di Kanûna 2023’yan de hatî destpêkirin, dewam dike.