Li dijî hucreyên DAÎŞ’ê operasyon: Çeteyek hate kuştin

Di operasyona QSD’ê ya li dijî hucreyên DAÎŞ’ê de çeteyek hate kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

Operasyonên hevpar ên hêzên QSD’ê bi Koalîsyona Navnetewî yên li dijî hucreyên çeteyên DAÎŞ’ê didome.

ÇETEYEK HATE KUŞTIN, 3 ÇETE JÎ BIRÎNDAR BÛN

Duh Yekîneyên Antîteror ên QSD’ê li gundê Tekehî ya bajarokê Bûsîre ku dikeve rojhilatê Dêra Zorê li dijî hucreyekî DAÎŞ’ê operasyon da dest pê kirin. Diyar bû di operasyonê de çeteyek hate kuştin û 3 hatine girtin.

Bi çeteyên hatine girtin re fîşekên roketa RPG-76 û teqemeniya bi kûmandaya dûr tê teqandin hate desteser kirin.