Li dijî êrîşan QSD’ê parastina xwe ya rewa kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên sibehê heya niha Eyn Îsa topbaran dike. Hêzên QSD’ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiv da êrîşan.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên sibehê heya niha Eyn Îsa topbaran dike. Hêzên QSD’ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiv da êrîşan.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji danê sibehê heya niha bi çekên giran gundê Seyda, rêya M4 û navenda navçeya Eyn Îsa topbaran dikin.
Di encama topbaranê de zirar gihaştin mal û wesayîtên sivîlan, her wiha Nexweşxaneya Omer Eloş a li bajêr jî zirar dît.
Di çarçoveya mafê parastina rewa de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bersiva êrişan da, şervanên QSD’ê li baregeha dagirkeran a li gundê Sêdar da û rûxand, her wiha li baregeha Kermaze ya li bakurê Eyn Îsayê da û tar û mar kir.
Dagirkeran bi giranî ji van her du baregehan topbaran dikir.