Balafirên şer ên Tirk bombeyan li Efrînê dibarînin -NÛ BÛ

Balafirên şer ên Tirk bombe li navenda Efrînê, Cindirêsê, Reco, Şera, Şêrawa û Mabata dibarînin.

Hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê ku duh dest pê kir dewam dike. Balafirên şer ên Tirk bombe li navenda Efrînê, Cindirêsê, Reco, Şera, Şêrawa û Mabata dibarînin.

Artêşa Tirk û çeteyên Artêşa Azad a Sûriyeyê, li gelek herêmên Efrîn û Şehbayê êrîşî çeperên YPG/YPJ û Hêzên Xweparastinê kirin, lê êrîş hatin şikandin.

Artêşa Tirk a ku nikare ji bejahiyê bi pêş ve diçe, dest bi êrîşên hewayî kir.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, balafirên şer ên Tirk bombe li navçeyên Cindirêsê, Reco, Şera, Şêrawa û Mabata dibarînin. Li ser encamên êrîşê heta niha agahiyeke zelal bi dest neketiye.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, balafirên şer ên Tirk bejahiya Cindirêsê bombe kirin. Li ser encamên vê êrîşê agahiyeke zelal bi dest neket.