Êrîşeke din a li ser Efrînê hate şikandin

Dewleta Tirk, hewldana xwe ya ji bo dagirkirina Efrînê ji duh (19'ê Çileyê) ve didomîne. Êrîşên çeteyan ên li dijî gelek nuqteyan tên şikandin.

Ji bo dagirkirina gundên Efrîn û Şehbayê topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê dewam dike. Balafirên keşfê jî li ser herêmê digerin.

Hat ragihandin, artêşa Tirk a dagirker 10 tank, 5 wesayitên zirxî yên bi tîpa akrep li ser girê Mercoq ê li pêşberî gundê Baliya yê navçeya Bilbilê ya herêma Raco ya Efrînê bi cih kir.

Artêşa Tirk û komên wê yên çete ji îro danê sibehê ve xendekan dikolin. Leşkerên Tirk hewl da xwe bigihîne Girê li navçeya Bilbilê. Bi destwerdana şervanên YPG'ê re pêşî li vê hewldanê hate girtin û leşkerên Tirk ên dagirker neçar man xwe vekişînin.

Artêşa Tirk duh bi şev jî top avêtibûn û li gundê Malîkiyeyê 2 sivîl birîndar bûbûn.

ÊRÎŞA LI SER BENDAVA ŞEHBAYÊ

Wekî din, çeteyên dewleta Tirk bi obusan êrîşî bajarokê Til Rifet û Bendava Şehbayê dikin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin çeteyan ji bajarokê Marî bi obusan êrîşî bajarokê Til Rifatê û Bendava Şehbayê kirine.