Li dijî dagirkeriyê çalakî hatin lidarxistin

Li Reqa, Tebqa, Dêrazor, Kobanê, Minbic û Helebê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, di êrîşan de navendên xizmetguzarî û stasyonên petrolê hedef digire.

REQA

Xelkê rojhilatê kantona Reqayê li pêş Meclîsa Giştî ya bajarokê Keramê daxuyaniyek da. Endama rêvebera xeta rojhilatê kantonê Elya Silêman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin êdî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî û armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrîşan dizanin, ew jî derbekirina projeya Rêveberiya Xweser, ewlehiya herêmê, derbekirina hêza aktîf mîna jin û ciwanan e, li kêlek wê jî aloziyên etnîk û mezhebî derxe ku bikevin xizmetî wê û zindîkirina çeteyên DAÎŞ’ê.

Di dawiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hate gotin gel û hêzên herêmê li dijî van êrîşan in û dê herêmê ji qirêjiya terora dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bikin.

Derbarê mijarê de Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Reqayê daxuyaniyek da. Gerînendeyê Milkên Giştî ya Komîteya Çandinî û Avdanê Îsa El Hemadîn li Çerxerêya Neîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin karkerên Komîteya Çandinî, Avdan û Aboriyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê van êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li ser herêmê de bi armanca têkbirina ewlehî û îstîqrarê dewam dike.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrîşên welatî, malên wan, binesaziyan hedef bigire. Dewleta Tirk depoyên genim li Kobanê, Saziya Pirkirina Tovan, stasyonên kehrebê û cihên stratejîk bombebaran kirin.

DÊRAZOR

Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Dêrazorê li pêş avahiya rêveberiyê ya li herêma 7 Kîlo kom bûn û daxuyaniyek da. Hevserokê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê Mihemed El Receb daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin piştî dewleta Tirk a dagirker di siyasetên xwe yên dijminare li dijî Rêveberiya Xweser û projeya wê ya demokratîk de bi bin ket êrîşên qirkirinê li dijî herêmê pêk tîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker birçîkirina xelkê herêmê ye da ku qeyraneke aborî çêke. Di van êrîşan de balafirên şer û bêmirov bi kar tîne.

Girêdayî heman mijarê rêxistinên civaka sivîl ên Dêrazorê bi beşdariya endamên rêxistinan, endamên Yekitiya Cotkaran daxuyaniyek da. Endamê Rêxistinên Civaka Sivîl Fadil El Hecî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ew êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziyên herêmê û pêkanîna komkujiyan li dijî gelên herêmê bi tundî şermezar dikin. Armanca yekê ji van êrîşan derbeyê li ewlehî û îstîqrara li herêmê bidin û hewldanên QSD’ê yên têkoşîna li dijî terorê bên astengkirin.

Derbarê mijarê de Meclîsa Herêma Rojava ya Dêrazorê bi beşdariya xelkê herêmê û endamên saziyên sivîl ên rojavayê Dêrazorê daxuyaniyek da. Endama meclîsê Nûr El Ebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ew bi projeya xwe ve girêdayî ne û di têkoşînê de heta pêkanîna armancên xwe dewam dikin. Ev kiryar û sûcên dewleta Tirk nagihînin serî. Dê xelkê Dêrazorê li hember van êrîşan bisekinin û nahêle ew ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe.

TEBQA

Li kantona Tebqayê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, nivîsgeh û komîteyên girêdayî wê, partiyên siyasî, Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê li pêş avahiya rêveberiyê kom bûn. Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Tebqayê Hind El Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên sivîlû xizmetguzarî, jêderên enerjiyê, depoyên genim û stasyonên kehrebê binpêkirina qanûnên navneteweyî ne û dikevin xana sûcên şer û sûcên dermirovî.

Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî herêmê hatin şermezarkirin û bang li civata navneteweyî û rêxistinên navneteweyî hate kirin ku van êrîşan bi dawî bikin û bi erkên xwe yên li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker rabin û wê li gorî qanûnên navneteweyî hesab bikin.

KOBANÊ

Li Kobanê jî meş ji Qada Jina Azad a bajêr destpê kir. Bi hezaran şên, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên kantona Firatê tevlî bûn.

Girseya gel heta Qada Şehîd Egîd meşiyan. Li wir hevserokê Meclîsa Bajarê Kobanê Mistefa Îto axivî û bêdengiya hêzên navneteweyî li hember êrîşan şermezar kir û got: "Em ji dewleta Tirk re dibêjin, çawa me çeteyên te têk bir em ê te jî têk bibin."

MINBIC

Xelkê kantona Minbicê ji Çerxerêya Delo ber bi Çerxerêya El Meseb ve meşek lidar xist. Li wir hevserokê Meclîsa Xeta Til Hozan Ehmed El Hisên axivî û got: "Ji dewleta Tirk e dê tecrîda li dijî Rêbertî bandora fikrên wî li ser gelan sînordar bike, lê ew şaş e û rastî vê yekê îsbat dike. Gel li her deverê ji bo pêkanîna azadiya wî serî hildide."

El Hisên wiha domand: "Em ê li ser şopa şehîdan bin, bi xaka xwe ve girêdayî bin û heta dawiyê xaka xwe biparêzin."

Li aliyekî din jî endama Însiyatîfa Gel a Azadiya Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ya Kantona Minbicê Hind Daxistanî axivî got: "Em bi dengekî bilind bang û daxwaz dikin ku em li hember derbeyên dewleta Tirk têk naçin û vîna me jî nayê şikandin."

Meş bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî QSD’, ‘Na ji dagirkeriyê re’ û ‘Bijî berxwedana gelan’ bi dawî bû.

HELEB

Girêdayî heman mijarê, Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji pêş hola 8’ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê meşek lidar xist.

Meş li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê. Li wir hevserokê Meclîsa Aboriyê Selah Mihemed axivî û got: "Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker di têkbirina tevgera azadiya Kurdistanê de têk çû, li dijî Kurdan li pêş çavên cîhanê komkujiyan pêk tîne."

Meş bi berzkirina dirûşmeya ‘Berxwedana jiyan e’ bi dawî bû.