Li Dihokê li dijî avahiya YNK’ê êrîşa çekdarî pêk hat

Li Dihokê li dijî avahiya YNK’ê êrîşa çekdarî pêk hat. Berpirsê YNK’ê yê Dihokê Cemal Yusuf anî ziman ku çend kesan di nava wesayîtê de avahiya me gulebaran kirine.

Berpirsê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yê Dihokê Cemal Yusuf ragihand ku li dijî avahiya wan êrîşa çekdarî hatiye kirin. Yusuf diyarkir ku vê sibehê çend kesên nenas di nava wesayîtekê de gule li avahiya wan a partiyê barandine.

Yusuf diyarkir ku ti ziyanên giyanî çênebûne û got ku dîmenên êrîşkaran di kamerayên çavdêriyê de hene û wan dest bi lêkolînê kirine.

Yusuf anî ziman ku duh wêne û posterên namzetên wan ên li bajêr hatine daliqandin ji aliyê alîgirên PDK’ê ve hatine dirandin û got, van alîgiran li nava bazar û cihên giştî de bi demançeyê gule berdane hewayê.