Nexweşiya li Kongoyê hate teşhîskirin

Li Kongoyê hate ragihandin ku ji nexweşiya dijwar re pênaseya ‘’lerzetaya dijwar’’ hatiye kirin ku ji meha Cotmehê ve ye gelek kesan ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

LI KONGOYÊ NEXWEŞIYEK DIJWAR

Li Komara Demokratîk a Kongoyê li nexweşiya dijwar pênaseya ‘’lerzetaya dijwar’’ hatiye kirin ku di demên dawîn de bi dehan kesan ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane. Ji destpêka meha Kanûnê heya niha li eyalata Kwangoyê piraniya wan zarokên di bin 5 saliyê de gelek kesan ji ber nexweşiya ku xwe weke înfluenzayê nîşan dida, jiyana xwe ji dest dan.

RÊJEYA MIRINÊ JI SEDÎ 6.2 YE

Wezareta Tenduristiyê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku nexweşî bi rêya hilmijê derbasî mirovan dibe û weke ‘’lerzetayeke dijwar’’ hatiye pênasekirin. Wezaretê ragihand ku ji meha Cotmehê heya nija 592 kes bi vê nexweşiyê ketine û rêjeya mirinê jî ji sedî 6.2 ye. 

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) hê jî ev tespîta rayedarên herêmî piştrast nekiriye.