Li Dêrikê 7 şehîd bi tevlêbûna bi hezaran kesî hatin veşartin
Li Derikê 7 şervanên QSD'ê ku di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk de şehîd bûbûn, bi tevlêbûna bi hezaran kesî hatin veşartin.
Li Derikê 7 şervanên QSD'ê ku di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk de şehîd bûbûn, bi tevlêbûna bi hezaran kesî hatin veşartin.
Bi hezaran şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo ji bo wergirtina cenazeyên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD); Mihemed Mihemed( Mihyedîn), Ebdurehman Şêxo (Siyabend Bêkes), Mihemed Îsmaîl ( Şiyar Kobanê) û Mihemed Hesen (Xemgîn Bilbilê) ku di 1’ê Sibatê de di encama bombebarana dewleta Tirk a li ser stasyoneke kehrebeyê ya li nêzî gundê Teqil Beqil a navçeya Dirkê şehîd bûne, kom bûn.
Her wiha cenazeyên 3 şehîdên ku di pêngava Gurzê Gelan de li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê şehîd bûne; Hakan Yalmaz (Partîzan Amed), Medenî Bozrok (Medenî Norşîn), Mistefa Gûler (Mûsa Dêrsim) û şehîd Nesîbe Tetek (Arîn Bahoz) ku li bajarê Qamişlo di encama nexweşiyê de şehîd bûye, li ber nexweşxaneya Dêrikê kom bûn.
Piştî wergirtina cenazeyên 7 şehîdan, girseya gel tevî sedan otombîl ber bi goristana şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Sûad Mistefa bal kişand ser rola şehîdan di rizgarkirina axa welat de û got: "Şehîdan ji bo azadî û rûmeta gelan têkoşîn kirine û ji bo parastina tevahî mirovahiyê canê xwe feda kirin û li pêşberî faşîzma Tirk û hevkarên wê şer kirin."
Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Efram Îshaq bal kişand ser planên ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca têkbirina îradeya gelên herêmê tê meşandin û wiha dom kir: "Hêzên me û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya felsefeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş, ew plan û komplo têk birin."
Li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihyedîn Xêrkî têkildarî pêwendiya di navbera DAIŞ û dewleta Tirk de got, "Her carî dema ku çeteyên DAIŞ'ê û komên terorîst ên li herêmê têk diçin, dewleta Tirk a faşîst tola xwe bi hedefgirtina sivîlan û navendên xizmetguzariyê ji bo şikandina vîna gelê berxwedêr, hil tîne."
Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê Mehmûd Ehmed wesîqeya 7 şehîdan xwend û radestî malbatên wan hatin kir.
Cenazeyên şehîdan li goristana Şehîd Xebat hate veşartin.