Li Dêrazorê teqîna mayînê: 3 zarok bi giranî birîndar bûn

Li bajarokê Xeşam ê gundewarê Dêrazorê di encama teqîna mayînekê ya bermahiyên şer de 3 zarok bi giranî birîndar bûn.

Li bajarokê Xeşam ê gundewarê Dêrazorê ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer 3 zarok birîndar bûn.

Hate zanîn ku her sê zarok dema di nava zeviyekî çandinî dilîstin, mayîn bi wan de teqiya. Di encamê de her sê zarok bi giranî birîndar bûn. Zarokên birîndar ji bo nexweşxaneyên bajarê Hesekê hatin veguhestin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka îsal ve ji ber teqîna mayînan li Sûriyeyê 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 13 jê zarok bi giştî 16 kes jî birîndar bûne.