BI DÎMEN

Li Dêrazorê serçeteyekî DAÎŞ’ê hate kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD`ê ragihand ku di operasyonekê de li gundê El Cerzî yê Dêrazorê serçeteyekî DAÎŞ`ê hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyonê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de QSD’ê ev agahî parve kirin: “Di çarçoveya xebatên li dijî şaneyên DAÎŞ`ê de Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi piştgiriya hewayî ji aliyê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve, operasyonek li dar xist.

7`ê Çileyê, operasyonek li gundê El Cerzî yê Dêrazorê li dijî serçeteyekî DAÎŞ`ê hate lidarxistin. Hêzên me bi ser cihê serçeteyê bi navê Mihemed Etiye yê bi navê Ebî Mehmûd tê naskirin de xwe lê vedişart, girt. Tevî bangewaziyên hêzên me, lê gule avêtin hêzên me. Di encamê de şer derket û dawiyê hate kuştin.

Destê serçeteyê bi navê Ebî Mehmûd di hedefgirtina endamên hêzên ewlehiyê, leşkerî û karmendên saziyên sivîl ên Meclisa Sivîl a Dêrazorê de hene û di operasyonê de çek û cebilxaneya pê re hatin desteserkirin.”

QSD’ê çek û cebilxaneyên hatine desteserkirin jî aşkera kirin; “Telefonên berîkan, kilaşînkovek, 8 mexzenên kilaşînkovê, 4 bombeyên destan, gelek fîşekên kilaşînkovê, kamera, belgeyên û nasname.”