Li Dêra Zorê şaneyeke DAÎŞ’ê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li rojhilatê Dêra Zorê şaneyeke ya çeteyên DÎAŞ’ê girt.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate dayîn, li bajarokê Şehil a dikeve rojhilatê Dêra Zorê li dijî şaneyeke DAÎŞ’ê oparasyonek lidar xistin.

Li gorî daxuyaniyê şaneya DAÎŞ’ê ya ji 7 kesan pêk dihat hatine girtin. Hate ragihandin ku kesên hatine girtin ji êrîşên berê ku pêkhatine berpirs in, li herêmê xwe amade dikir ku mayînan danin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di operasyonê de bombeyên bi destan hatî çêkirin, topên hewanê, bombeyên destan û rêjeyek TNT desteser jî kirin.