Li Dêra Zorê rejîmê û DAÎŞ'ê di heman demê de êrîşî QSD'ê kirin

Çeteyên DAÎŞ'ê duh bi rabûna bahoza çolê re êrîşî çeperên QSD'ê yên li gundên Cerse Şerqî û Hemamê yên Dêra Zorê kirin. Derket holê ku hêzên rejîma Baasê jî di heman demê de bi çekên giran êrîşî nuqteyên QSD'ê yên li gundên Shell û Cinenê kirine.

Pengava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bejahiya Dêra Zorê ev 103 roj in dewam dike. Ji duh serê sibehê ve bahoza çolê li herêmê didome.

Duh piştî nîvro çeteyên DAÎŞ'ê ji bahoza çolê sûd werdigritn û êrîş birin ser hêzên QSD'ê. Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî çeperên QSD'ê yên li gundên Cerse Şerqî û Hemamê kirin û di navbera şervanan û çeteyan de şerekî dijwar qewimî.

Derket holê ku hêzên rejîma Baasê jî di heman dema êrîşa DAÎŞ'ê de wan jî êrîş birine ser çeperên QSD'ê yên li gundên Shell û Cinenê.

Di êrîşa rejîma Baasê de şervanên QSD zerar nedîtin.

Êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser gundên Cersê Şêrqî û Hemamê hatin şikandin û di encamê de 20 çete hatin kuştin.

Pêkhatina êrîşên DAÎŞ'ê û hêzên rejîmê di heman demê de, rê li ber fikaran vekir ku rejîma Baasê û çeteyên DAÎŞ'ê li hev kirine yan na?