Li Dêra Zorê eşîrên herêmê, QSD û Koalîsyon li hev civiyan

Li Dêra Zorê şêx û rûsipiyên herêmê, QSD û Koalîsyona Navnetewî li hev civiyan

Li Dêra Zorê eşîrên herêmê, QSD û Koalîsyona Navneteweyî li hev civiyan.

Navenda Ragihandinê ya girêdayî  Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî raporek derbarê civîna di navbera Fermandariya QSD’ê, Efserên Koalîsyona Navnetewî û şêx û rûspiyên eşîrên Dêra Zorê de weşand.  Di civînê de gelek rûspî li rex Emîrê Qebîleya Begara El-Huseyniyê ya li Sûriye û Îraqê Şêx Hacim Eseed El-Beşîr, Efserên Koalîsyona Navnetewî ya şerê li dijî DAIŞ’ê û endamê Fermandariya herêma Başûr a hêzên QSD’ê Polat Can beşdar bûn.

Di civînê de mijarên ewlehî û leşkerî yên herêmê hatin gotûbêjkirin .

Efserên Koalîsyonê ji rûspiyan piştrast kirin ku hevkariya leşkerî ya di navbera wan û QSD’ê de berdewam e û di asta herî jor de tê meşandin û diyar kirin ku QSD’ê beşekî ji koalîsyonê ye, ji ber vê yekê ew hemû ciwanên eşîrên herêmê vedixwînin ku beşdarî vê hêzê bibin û alîkariya wê ya madî û manewî bikin.

Efseran ji rûspiyan re diyar kirin ku hevkariya di navbera wan û QSD’ê de ji bo şerê li dijî terorê ye û dan zanîn ku wê alîkariya xwe bi QSD’ê re berdewam bikin da ku ewlehiya herêmên hatine rizgarkirin were parastin.

Rûspî û şêxên eşîran ji aliyê xwe ve diyar kirin ku QSD’ê hêzeke niştimanî û xwedî projeyeke tekane ya demokrasiyê ye û piştgiriya xwe ji eşîrên Dêrazorê werdigire, bi taybet bi hezaran ciwanên van eşîran beşdarî nava refên QSD’ê bûne.

Rûspiyan piştrastkirin ku ti hêzeke din ji bilî QSD’ê li herêmê tune ye û wê bi hemû hêza xwe tevbigerin da ku şaneyên veşartî yên rêjîma Sûriyeyê yan çeteyên DAIŞ’ê eşkere bikin û gotin ku reşkirina çapemeniya rêjîma Sûriyeyê ji hêzên QSD’ê re ti carî nayê qebûlkirin.

Endamê Fermandariya herêma Başûr a QSD’ê Polat Can ji aliyê xwe ve diyar kir ku parastin û ewlehî berpirsyariyeke komî ye û ji hemû pêkhateyên herêmê tê xwestin ku birêxistinkirina xwe xurt bikin û beşdarî nava xebatên parastinê yên QSD’ê û hêzên ewlehiya hundirîn bibin da ku herêm ji hemû metirsiyan were parastin.

Di dawiyê de civîn ji çapemeniyê re girtî hate domandin.