Li Dêra Zorê Şêx Elî El-Wîs hate kuştin

Li bajarokeke yê dikeve rojhilatê Dêra Zorê Şêx Elî El-Wîs ê dema ji bo nimêja Înê diçû mizgeftê di encama sûîkastê de hate kuştin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, Şêx Elî El-Wîs li bajarokê El-Dehla dema diçû mizgeftê ji aliyê kes an jî kesên nenas ve hate kuştin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêpirsînê kirin, li herêmê ewlekariyeke berfireh hate girtin.

30’ê Hezîranê jî li Dêra Zorê rûspî û lîderê eşîreta Egêdad a yek ji eşîrên herî qelebalixe Suleyman  El Kessar ber derê mala xwe ya li Bûseyra di encama êrîşekê de hatibû kuştin.

Sala 2013’an Îso Hûso, 14’ê Adara 2018’an Endamê Meclîsa Sivîl a Reqa û MSD’ê Omer Elûş, 2’yê Mijdara 2018’an ji serokê eşîra Afadla Beşîr Feysel El Hûwedî, 29’ê Kanûna 2018’an Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Mervan El Fiteyîh, di encama hevkariya Tirk-DAÎŞ’ê de hatibûn qetilkirin.