Li Cizîrê Şêx Murşid serdana Mala Êzidiyan kir

Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî tevî şandeyek ji Kongreya Îslama Demokratîk serdana Mala Êzidiyan a li kantona Cizîrê kir û diyar kir ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava pêkhateyan de bawerî çand.

Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî tevî hevserokê Kongreya Civaka Îsalama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Mela Reşîd Xerzan, endamê kongreyê Ebdulkerîm Saroxan, şêxê terîqeta Sofî ya Qadirî li Sûriyeyê şêx Mihemed El Qadirî serdana Mala Êzidiyan ya li Cizîrê ya li gundê Qizil Cox ê girêdayî Amûdê kir.

Endamên Meclîsa Rêveber a Mala Êzidiyan û rûspiyên Êzidî şande pêşwaz kir.

Şêx Murşid El Xeznewî di serdanê de axivî û wiha got: "Civaka êzidî di 74 komkujiyan re derbas bû, lê ruxmî wê teslîm nebûn û serî ji hewldanên têkbirin û bidawîkirina civata Êzidî re netewandin. Civata Êzidî ji plan û hewldanên wan bi hêztir e, cesareta xwe û girêdana bi xaka xwe ve îsbat kir."

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Mala Êzidî Farûq Tozo bixêrhatina beşdaran kir û got: "Em bi serdana we kêfxweş in, hûn hezkirinê di nava ol û pêkhateyan de di xîtabên xwe yên siyasî de belav dikin. Em bi hêvî ne aştî û ewlehî li tevahî cîhanê belav be. Çanda kolektîf, xwişk-biratî, lêborîn û hezkirinê di nava tevahî pêkhate, etnîk, mezheb û olan de belav be."

Endamê meclîsê Îlyas Seydo axivî û got: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî astengiyên li pêşberî pêkhate û olan rakirin. Tu cudahî di navbera olan de tune ye û şoreşê di nava tevahî pêkhate û olan de bawerî çand."