Li Cindirêsê li navendeke çeteyan teqînek pêk hat

Li Cindirêsê li navendeke dewleta Tirk a dagirker û çeteyan teqînek pêk hat. Ji ber teqînê gelek çete mirin û birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ANHA’yê ji çavkaniyên herêmî stendiye li Cindirêsê ya ku girêdayî Efrîna dagirkirî ye, li navendeke dewleta Tirk û çeteyan teqînek pêk hat. Hate ragihandin ji ber teqînê gelek çete mirine û birîndar bûn.

Derbarê sedema teqînê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.