Li Cerablûsê serçeteyekî DAÎŞ’ê hat kuştin
Li Cerablûsa dagirkirî di êrişa li ser wesayîtekê ya bi Balafirên Bê Mirov ên Bi Çek hatî lidarxistin de serçeteyekî DAÎŞ’ê hate kuştin.
Li Cerablûsa dagirkirî di êrişa li ser wesayîtekê ya bi Balafirên Bê Mirov ên Bi Çek hatî lidarxistin de serçeteyekî DAÎŞ’ê hate kuştin.
Di demên dawî de Koalîsyona Navneteweyî bi balafirên bêmirov ew serçete hedef digirtin.
Bi mijarê ve girêdayî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafireke bêmirov ku tê texmînkirin a Koalîsyona Navneteweyî ye li bajarê Carablûsê yê gundewarê bakurê rojhilatê Helebê wesayîtek hedef girt. Di encamê de serçeteyek ku navê wî nehat zanîn hate kuştin.
Her wiha çeteyk jî bi giranî birîndar bû.