Di şerê Reqayê de herî kêm 76 çete hatine kuştin

Di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li taxên Battanî û El-Berîdê bi kêmanî 76 çete hatin kuştin.

Êrîşên çeteyên DlAIŞ’ê yên li ser taxên Battanî û El-Berîdê piştî şerên 2 rojan, hate şikandin.

Çeteyan duh bi şev di saet 19.40’an de êrîşî taxên Battanî û El-Berîdê kiribûn.

Şervanan bersiv dan êrîşan û li vê derê şer 2 rojan dom kir. Êrîşên li ser taxan bi berxwedana şervanên QSD’ê hatin şikandin.

Çavkaniyên QSD’ê diyar kirin ku di şerê li taxa Betanî ya rojhilatê Reqayê de 76 êrîşkar hatin kuştin û termê wan hemûyan ketiye destê şervanan.

Li Taxa El-Berîd a rojavayê bajêr jî ev bû 2 roj in şerê dijwar hebû. Di van kêliyan de êrîşa çeteyan bi temamî hat şikandin. Tê gotin di şerê 2 rojan de gelek çete hatine kuştin. Lê hejmareke zelal nehat bidestxistin.

Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku li taxa El-Berîd şikestin, vê carê berê xwe dan taxa Romaniyê û êrîşî vê taxê kirin.

Hat zanîn ku di berxwedana 2 rojan de 4 şervanên QSD’ê jî şehîd bûne.