Li bakurê Firatê operasyona 'paqijkirinê' dest pê kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li herêmên Dêra Zorê yên li bakurê Çemê Firatê dest bi operayona paqijkirinê kirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li herêmên Dêra Zorê yên li bakurê Çemê Firatê dest bi operayona paqijkirinê kirin.
Operasyona paqijkirinê li derdora bajarokê Ebû Hemamê dest pê kir.
Şervanên QSD'ê di vê çarçoveyê de 3 gund û 5 gundikên ser bi bajarokê Ebû Hemamê ji bermahiyên çeteyan paqij kirin.
Di Pêngava Bagera Cizîrê de ku 9'ê Îlona 2017'an li eniyên bakur û rojhilatê Dêra Zorê dest pê kir, heta niha bi sedan gund, gundik, bajarok û navçe hatine rizgarkirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên herêm ji çeteyên DAÎŞ'ê paqij kirin, xwe gihandin ser sînorê Iraqê.
Şervanên QSD'ê li herêmên ji DAÎŞ'ê rizgarkirî, operasyonên lêgerîn û paqijkirina ji bermahiyên çeteyan didomînin.