Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezarkirina komployê

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat şermezarkirin.

Komploya Navneteweyî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdeke girankirî de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin di 9’ê Cotmeha 1998’an de hat destpêkirin, 25 sal li pey xwe hişt. Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro jî li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat protestokirin.

HELEB

Yekîtiya Jinên Ciwan a Taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga bidawîkirina Komploya Navneteweyî meşek li dar xist. Bi sedan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li pêş geraca Efrînê ya kevin a li Taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kom bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşale û alên yekîtiyê hildan.

Piştre meş bi dirûşmên ˊBê serok jiyan nabeˊ dest pê kir û li Çerxerêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li herêma Cebanat veguherî mîtîngê.

Li wir endama Kongra Star a Helebê Şehed Tebşo axivî û got: "Ne ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan bûye, gelan azadî û rastiya xwe nas nedikir."

Şehed Tebşo di dawiyê de got ew jin dê çalakiyên xwe ji bo pêkanîna serkeftinê, pêkanîna azadiya fîzkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam bikin.

HESEKÊ

Koçberên Serêkaniyê yên li Kampa Waşûkanî ya Hesekê dimînin, di salvegera 25’emîn de Komploya Navneteweyî bi meşekê şermezar kirin.

Meş li ber deriyê kampê veguherî mîtîngê. Hevserokê Kampê Barzan Ebdullah li vir axivî û bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastina Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Tecrîda ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike, dûrî nirxên exlaqî û li dijî qanûnên navneteweyî. Armanca tecrîdê têkbirina vîna gelê Kurd û projeya neteweya demokratîk e. Mifteya çareserkirina krîzên li herêmê di destê me de ye. Ji ber vê yekê heta ku Rêber Abdullah Ocalan azad nebe aştî nikare li Rojhilata Navîn pêk were.”

Barzan Ebdullah, li hemberî êrîşan bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir û banga  bi berpirsyariya xwe rabin kir.

Tevgera Hîlala Zêrîn bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr ya li Hesekê daxuyaniyek da. Endama rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn Sîmav Ebdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de berxwedana Îmraliyê hate silavkirin û Komploya Navneteweyî ya di 1999ˊan de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye û hêzên beşdarî komployê bûne hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin silavkirin.

MINBIC

Di heman çarçoveyê de Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Minbicê û Komîteya Şaredariyan semînerek li dar xist. Endamên komîteyê û Gerînendetiya Veguhastinê û Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Semîner li hola Meclîsa Gelan a Demokratîk ji aliyê cîgira hevseroketiya Komîteya Şaredariyan a kantonê Medya Hemo ve hat dayîn. Medya Hemo anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di lêkolînên xwe de gihaşt rastiya civakê ku ew jî civakeke exlaqî û polîtîka ye û xwe dispêre nirxên exlaqî û got: “Rêbertî têgeha sosyolojiyê, piştî ku modernîteya kapîtalîstê rûyê wê reş kir û weke alava desthilat û kontrolkirina civakê bi kar anî, sererast kir.”

Berdevka Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya Riweyda Hinêzel destnîşan kir ku tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî fikrên guhertina pergala cîhanî ye û got: "Piştî lêkolînên wî yên kûr di dîroka mirovan de, wî çareserî pêşkêş kir. Ew jî felsefeya neteweya demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş e."

Riweyda Hinêzel diyar kir ku gelek zanyar, fîlozof û rewşenbîran piştrast kir ku tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare di vê qonaxa girîng de guhartinê pêk bîne û ew ji bo avakirina pergaleke cîhanî ya nû bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin.

Piştre sînevîzyonek li ser Komploya Navneteweyî hat pêşandan.

 

(mh)