Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdanên li şehîdgehan

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi wesîleya meha Remezanê serdana şehîdgehan hate kirin.

Ji bo Efrîniyan bûye mîna çandekê ku roja destpêkê ya cejnê serdana goristanan bike. Îro roja yekemîn a cejna Remazanê ye lê hesta vê cejnê li gorî gelê Efrînê cuda ye. Ji ber ku ji cih û warên xwe dûr in. Lê dîsa jî gel hêviya xwe ji bo rizgarkirina Efrînê qut nekirî ye. Her wiha li ser zimanê her kesî bû ku ew xwîna şehîdên Berxwedana Serdemê li erdê nahêlin.

Gel danê sibehê berê xwe da goristana şehîdan a ku li navçeya Ehresê ya Şehbayê ye. Di wê demê de jî dayîkên şehîdan dest bi çandina kulîlk û avdana wan kulîkan kirin.

Meclîsa Malbata Şehîdan daxuyanî ji bo cejna Remazanê da û diyar kir xwîna şehîdên wan li erdê namîne û teqez kirin wê tola xirakirina goristanên wan li Efrînê rakin.

Gelê herêma Cizîrê û xwediyên şehîdan berê xwe da goristanên şehîdên ku di oxira parastina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de canê xwe feda kir.

Li Qamişlo, gel berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Sarûxan, li Hesekê gelê berê xwe da Goristana Şehîd Dijwar, li herêma Dêrikê, navçeya Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer gel berê xwe da Goristana Şehîd Xebat Dêrik, li Tirbespiyê gel berê xwe da Gortistana Şehîd Dilşêr, li Serêkaniyê gel berê xwe da Goristana Şehîdan, li Dirbêsiyê gel berê xwe da Goristana Şehîd Rûstem Cûdî, li navçeya Til Hemîsê, gel berê xwe dan Goristana Şehîdan û li Amûdê, gel berê xwe da Goristana Şehîd Îsmaîl.

Şervanên YPG, YPJ, QSD, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Hêzên Erkaxweparastinê gul danîn ser gorên şehîdan û gulên ku li ser gorên şehîdan hatine çandin hatin avdan. Her wiha şiranî jî li zarokan hate belavkirin û gel cejna hev pîroz kir.

Li herêma Firatê li Kobanê, malbatên şehîdan, şervan û nûnerên Rêveberiya Xweser serdana Şehîdgeha Şehîd Dîcle, Şehîdgeha 25'ê Hezîranê û Şehîdgeha Berxbotan ziyaret kirin.

Şêniyên Kantona Girê Spî jî serdana Şehîdgeha Şehîd Ehmed Teme kirin.

Li serdana şehîdgeha li Minbicê jî ji fermandarên Meclîsa Leşkerî Ebû Elî Necm axivî. Necm bal kişand ser destketiyên bi têkoşîna gel hatine wergirtin û diyar kir, wê li ser şopa şehîdan bin.

Li bajarê Reqayê, gel berê xwe da Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiyê. Li herêma Tebqayê gel berê xwe da Goristana Şehîdan û gul danîn ser gorên wan. Her wiha li Dêrazorê jî, gel berê xwe da Goristana Şehîd Xidir El-Hemadê.

Li goristanên navborî, gel ji aliyê şervanên QSD, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û endamên Trafîkê ve hatin pêşwazîkirin.

Bi boneya cejna Remezanê bi sedan malbatên şehîdan, tevî şênî û endamên saziyên civaka sivîl berê xwe da Goristana Şehîdan a li gundê Pino yê herêma Şiqeyêf û Qada Şehîd Ebû Şiyar da ku serdana Goristana Şehîdan bikin.

Şêniyan wêne û kulîlk hilgirtibûn û şîranî li şêniyan belav kir.

Li goristanê, deqeyekê rêz hat girtin. Dûre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama rêveber Fîdan Husên axivî û cejn li tevahî misilmanên cîhanê û malbatên şehîdan pîroz kir.

Fîdan bal kişand ser binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê ku dermirovî ye û hêviya rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriyê kir.

Piştre şêniyan berê xwe da Qada Şehîd Ebû Şiyar a ku li herêma Seken El-Şebabî ye û di şerê li Şêxmeqsûdê yê sala 2016’an de şehîd bûbû ku hê jî cenazeyê wî di bin kavilan de ye.

Li Qadê dayika şehîd Alan Remziyê Salih helbestek li ser kurê xwe yê şehîd xwend. Şêniyan di nava dirûşmên silavkirina şehîdan de kulîlk danîn wê deverê.

Di dawiyê de şêniyan cejna hev pîroz kir.