Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê şahiyek ji bo zarokên şehîdan li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dar xist. Hola şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin.

Destpêkê zarokên şehîdan find vêxistin. Piştre rêveberê ciwanan ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Mihemed Mihemed axivî û soza şopandina xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got: "Em ê têkoşînê dewam bikin heta ku Rêbertî fîzîkî azad bikin. Rojbûna Rêbertî rojbûna me tevan e. Dem hatiye ku her kes bizanibe ku em ên li ser fikr û felsefeya Rêbertî mezin bûne çokdanînê nas nakin."

Piştî axaftinan çalakiyên hunderî ji aliyê zarokan ve hatin pêşandan. Hunermend Xelîl Can jî stran gotin.

EYN ÎSA

Li navçeya Eyn Îsayê jî, şêniyên navçeyê û koçberên ji Girê Spî ya dagirkirî şitil li Parka Jinê ya naverasta navçeyê danîn.

Li navçeyên Cirin, Silûk û Hîşeyê yên Girê Spî şitil hatin danîn.

MINBIC

Bi heman wesîleyê, Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê Mîhrîcana Duyemîn a Zarokên Azad li dar xist û pêşangeheke wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir. Çalakî bi amadebûna bi dehan şêniyan li navenda Çand û Hunerê ya bajar hat lidarxistin.

Hevseroka Meclîsa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbicê Sîham Hemo axivî û got: "Zarokatî hîmanê sereke yê avakirina kesayeta mirov û pêşeroja wî ye. "

Endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Minbicê Îsmaîl Qetwan jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "4ʹê Nîsanê roja vejîna gelên bidest e û pêkanîna xeyalên wan e. Bi saya berxwedana Rêbertî û perespektîfên wî em gihiştine vê qonaxa dîrokî. Rêbertî ji bo azadiya tevahî mirovahiyê têkoşîneke mezin dike."

Di mîhrîcanê de Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Rabîa Bekro wiha got: "Bi boneya rojbûna Rêbertî me ev mîhrîcan li dar xist da ku nameya hezkirin û rêzdariyê bighînin rêberê mirovahiyê."

Piştî axaftinan, koma Rojda û koma Rebîh El Furat stran gotin, koma Rewdet Şemis û koma Şemis El Emel yên girêdayî Komîtya Jinan şanoya "Biratiya gelan" û stran pêşkêş kirin. Her wiha Koma Şîlan a ji Kobanê govend pêşkêş kirin. Helebestvanan jî helbest xwendin.

Mîhrîcan bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

Saziya Gaziyan a Minbicê jî bi boneya 4ʹê Nîsanê şahiyek li Parka Rêbertî ya Bendava Tişrînê ya başûrê rojhilatê Minbicê li dar xist. Di parkê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  hatin daliqandin.

Di şahiyê de rêveberê Saziya Gaziyan a Herêma Firatê Egîd Qeredenîz axivî, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gelên azadî pîroz kir û got: "Mîlada Rêber Abdullah Ocalan roja vejînê û mîlada mirovahiyê ye."

Beşdaran bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bi can, bi xwîn, em bi te re ne Ocalan" şitil li derdora parkê danîn.

Di dawiyê de xelekên govendê hatin gerandin.

ZIRGAN

Li navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê semînerek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dayîn. Semîner li hola semîneran a navend meclisa navçeyê bi beşdarbûna endamên meclîs û komînan hat dayîn.

Serokê Meclîsa Giştî ya PYDʹê Ebdurehman El Hisên semîner bi rêve bir. El Hisên bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, armancê wê û aliyên ku pêk anîne. Hisên diyar kir ku têkoşîna gelên Kurdistanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam e.

Di dawiyê de sinevîzyonek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat temaşekirin.