Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo PKK'ê zêdeyî 1.5 milyon îmze hatin komkirin

Endamê Însiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' Ferzende Mûnzûr diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo PKK'ê milyonek û 522 hezar û 237 îmze hatine komkirin.

Ji bo navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Yekîtiya Ewropayê (YE) bê derxistin, Însiyatîfa Edalet a Navneteweyî ya ji bo Kurdan, 13'ê Kanûnê kampanyayek hate destpêkirin.

Parlamenter, akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr û aktîvîst jî di nav de ji 30 welatî zêdeyî hezar kesên navdar pêşengî ji kampanyayê re kirin. 1003 kesî mohra xwe danîn binê kampanya 'Bila PKK ji lîsteyên terorê bê derxistin'.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî 12'ê Çileyê diyar kir ku tevlî kampanyayê dibe.

'PKK EW TEVGER E KU TEROR TUNE KIRIYE'

Endamê Însiyatîfa 'Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re' Ferzende Mûnzûr li ser detayên kampanya îmzeyan ji ANF'ê re axivî.

Mûnzûr got, "Kesayetên ku tevlî kampanyayê bûn, haya xwe jê çêbû ku hiştina PKK'ê di 'lîsteya terorê' de bêedaletî û zilm e. Bi taybetî van salên dawî gelek rastî eşkere bûn. Yek ji wan jî bûyera ukştina Olof Palme bû. Hate fêhmkirin ku ti eleqeya PKK'ê bi kuştina Olof Palme re nîne. Her wiha welatên Ewropayê fêhm kirin ku PKK rêxistineke welê ye ku zerarê nade mirovan. Wekî din di sala 2014'an de PKK'ê li dijî êrişên DAÎŞ'ê hem li Iraqê hem jî li Sûriyeyê roleke mezin lîst û bi berdêlên giran DAÎŞ a ku li tevahiya cîhanê teror diki, qedand. Bi vî rengî gelên Ereb, Kurd, Suryanî, Asûrî û Ermenî ji komkujiyên DAÎŞ'ê parast. Herî dawî kesayetê ku dest bi kampanyayê kirin, dîtin ku bi milyonan kes li dora PKK'ê dicivin."

'JI BO AZADIYA GELAN ŞEHÎD DAN'

Ferzende Mûnzûr têkildarî tevlîbûna gelê Sûriyeyê li kampanyayê got, "Weke gelê Sûriyeyê me biryar dan ku cihê xwe di nava kampanyayê de bigirin. Ji ber ku PKK'ê hem li Rojava hem jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roleke mezin lîst. Ji bo azadiya gelan bi sed hezaran şehîd û birîndar da. Gelê me hay jê heye ku PKK azadîparêz e, Kurdistanî ye, ji Rojhilata Navîn e û ji bo mirovahiyê ye. Bi vî rengî ji gelên Ereb, Kurd, Suryanî, Ermenî, Tirkmen, Çerkes û Asûrî Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bû. Her wiha rêxistinên civakî yên sivîl tevlî kampanyayê bûn."

'GELÊ EREB DI ASTEKE BILIND DE TEVLÎ BÛ'

Mûnzûr got, "Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gund û bajaran, di nava partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl de bi roleke çalak rabû. Karekî bi encamên erênî hate meşandin. Em ji armanca ku me danîbû pêşiya xwe derbas bûne. Kampanyaya me eleqeyeke mezin dît. Berê gelek kampanya hate meşandin, lê belê kampanya ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' gelekî eleqe dît. Gel bi hezkirineke mezin xwedî li kampanyayê derket. Gel hemû tevlî kampanyayê bûn, lê belê tevlîbûna gelê Ereb di asta herî bilind de bû. Vê yekê em gelekî kêfxweş kir û moral da me."

Mûnzûr ragihand ku ji sedî 80 ê kampanyayê temam bûye, armanca wan komkirina milyonek îmzeyî bû, lê wan zêdeyî vê armancê îmze kom kirine.

Ferzende Mûnzûr li ser bîlançoya îmzeyên ku ji 12'ê Çileyê û vir ve kom kirine ev agahî parve kirin:

KANTONA CIZÎRÊ

820 hezar 130 îmze

Qamişlo 250 hezar, Amûdê 25 hezar, Tirbêspiye 32 hezar 890, Çilaxa 16 hezar 204, Girkêlegê 25 hezar, Dêrîk 25 hezar, Til Hemis 57 hezar 340, Til Koçer 28 hezar, Til Berak 22 hezar îmze.

KANTONA HESEKÊ

338 hezar 616 îmze

Hesekê 218 hezar 165, Dirbêsiye 30 hezar, Til Temir 21 hezar 866, Şedadê 29 hezar 520, Erîşa 4 hezar 50, Hol 9 hezar 90, Zirgan 25 hezar 25, Kamp 9 hezar îmze.

HELEB

52 hezar 215 îmze

KOBANÊ

77 hezar îmze

ŞEHBA

45 hezar îmze

REQA

100 hezar îmze

TEBQA

160 hezar îmze

MINBIC

200 hezar îmze

DÊRA ZOR

20 hezar îmze

TEV-DEM

30 hezar îmze

HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN

17 hezar 892 îmze."