Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirê Newrozê hate dadan

Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê agirê Newrozê hate dadan.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên îsal ên Newrozê bi dirûşma "Bi îradeya gelan em ê Newroza 2022'an bikin Newroza Rêber Apo" tê lidarxistin.

Li Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Dêrikê, Amûdê, Hesekê, Til Temirê, Dirbêsiyê, Efrîn, Herêma Firatê, Reqa û Helebê agirê Newrozê hate dadan.

QAMIŞLO

Dayika şehîd Zinarîn Delal Mihemed, dayika şehîd Mazlûm Necah Gulo û dayika şehîd Nûr El-Dîn Şemsê Xan agirê Newrozê li bajarê Qamişlo dadan, piştre çalakiyên pîrozbahiyê li meydana Hîmo li rojavayê bajêr dest pê kirin.

Bi hezaran ji şêniyên Qamişloyê ji pêkhateyên Kurd û Ereb bi cilên xwe yên folklorî sibehê ve herikîn qada Newrozê.

TIRDESPIYÊ

Li bendava Mizqift a li bakurê rojhilatê navenda navçeya Tirbespiyê, dayika du şehîdan Lewend û Nûbar, Heyat Silêman û dayika sê şehîdan Simko, Geylan û Mihemed, Zeyneb Murad agirê Newrozê dadan.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê dayikên şehîdan agirê Newrozê li qada pîrozbahiyê ya gundê Haleq a navçeya Alyanê dadan û çalakiyên pîrozbahiyê bi beşdariya xelkê Girkê Legê, Çil Axa, Til Koçer û gundên wê dest pê kirin.

DÊRIK

Li bakurê rojhilatê bajarê Dêrikê li Bendava Borza, dayika şehîd Hevrîn, Sûad Mistefa, dayika şehîd Çekdar Ferha Fetah û hevjîna şehîd Elî, Wensa Çawîş agirê Newrozê dadan.

AMÛDÊ, HESEKÊ, TIL TEMIR, DIRBÊSIYÊ, EFRÎN, HERÎMA FIRATÊ, REQA

Li Amûdê li gundê Çaxir Bazar, li Til Temirê li Qasrekê, li Dirbêsiyê li gundê Çol Bustan, li herêma Şehbayê li gundê Elawşê ya navçeya Ehdas, li herêma Firatê li aliyên Til Meştenûr a Kobanê, li Reqayê li meydana fekoltiya Çandiniyê, dayikên şehîdan agirê Newrozê hat dadan û pîrozbahiyên Newrozê  dest pê kirin.

HELEB

Agirê Newrozê li Helebê li qada Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûd saet 12:00'an hate dadan.