Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 kesên din ji ber vîrûsa koronayê mirin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 kesên din ên bi vîrûsa koronayê ketibûn jiyana xwe ji dest dan. Di nava 24 saetên dawî de 121 kesên din jî bi vîrûsa koronayê ketin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 kesên din ên bi vîrûsa koronayê ketibûn jiyana xwe ji dest dan. Di nava 24 saetên dawî de 121 kesên din jî bi vîrûsa koronayê ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa bi daxuyaniyekê diyar kir ku 2 kesên din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Ciwan Mistefa destnîşan kir, ku 121 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.
Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya 12 kesên bi vîrûsê ketibûn baş bûye.
Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine, gihîşt hezar û 618 kesan, jê 64 kes mirine û 429 kes jî baş bûne.