Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 65 kesên din bi vîrûsê ketin

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di nava 24 saetên dawî de 65 kesên din ên bi vîrûsa koronayê hatin tespîtkirin.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 33 mêr û 23 jin bi giştî 65 kesên din ên bi vîrûsa koronayê ketine hatin tespîtkirin. Hate ragihandin ku di nava heman demê de 2 kesên din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Hejmara kesên ku 24 saetên dawî rehet bûn 40 kes in.

Bi van daneyên dawî re hejmara mirovên li herêmê bi vîrûsê ketine bû 689 kes, yên jiyana xwe ji dest dane 42 kes û hejmara mirovên ji nexweşiyê rehet bûne jî 198 kes in.