Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 27 kesên din bi vîrûsê ketin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 27 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin. Hejmara nexweşan bû 354 kes. Heta niha 22 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa daneêyn 24 saetên dawî yên li ser şewba vîrûsa koronayê ya li herêmê parve kir.

Mistefa diyar kir ku 27 kesên din bi vîrûsê ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku 3 kesên jiyana xwe ji dest dane li Qamişlo, Şehba û Reqayê bûn.

Deverên ku nexweşên nû lê peyda bûn wiha ne: Li Qamişloyê 12 kes, li Dêrikê 2, li Hesekê 4, li Rimêlanê yek, li Tirbespiyê yek, li Dirbêsiyê yek, li Amûdê 3 û li Şehbayê 3 kes.

Hejmara mirovên li herêmê bi vîrûsê ketine bû 354 kes. Heta niha 22 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. Ji mirovên bi vîrûsê ketin 58 kes jî rewşa wan a tenduristiyê baş bû.