Li Babê tol hate hilanîn: 12 leşker û 10 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Meclîsa Leşkerî ya Babê ragihand ku li gundê Yaşlî yê Bab a dagirkirî çalakiyeke bersivdanê hatiye lidarxistin û di encamê de 12 leşkerên Tirk ên dagirker û 10 çeteyên wan hatine kuştin.

Meclîsa Leşkerî ya Babê têkildarî çalakiya bersivdayînê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundê Yaşlî yê herêma Babê ya dagirkirî bi cih bibûn, daxuyaniyek da.

Meclîsê ragihand ku çalakiya li dijî qereqola gundê Yaşlî bi serketî hate kirin, her wiha bi ser 3 çeperên dijmin de hatî girtin û bi xurtî li qereqol û nuqteyên derdorê hatine xistin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: "19'ê Tebaxê di encama êrişa dagirkeriya Tirk a li dijî Navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de Endama Konseya Leşkerî ya QSD’ê û YPJ’ê hevrê Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê û 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê şehîd bûn. Her wiha di heman rojê de li ser rêka Elî Fero di encama lêdana seyara Endamê Fermandariya Konseya YPG’ê hevrê Rênas Roj şehîd bû.

Her wiha di vê pêvajoyê de dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê êrişên xwe li dijî herêmên me bênavber berdewam kirin û di encama van êrişan de jin û zarok jî di nav de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn. Di van êrişan de her wiha zerereke mezin gihîşt mal û zeviyên sivîlan."

Meclisa Leşkerî ya Babê diyar kir ku li hember van êrişên hovane yên dagirkeriya Tirk hêzên wan çalakiyeke bersivdayînê ya xurt bi awayekî serketî pêk anîne û ev agahî parve kirin:

"Li ser vî esasî 7'ê Îlona 2021'ê ji aliyê hêzên me ve qereqola Gundê Yaşlî ya girêdayî Babê ku 60 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wî tê de dimînin, hate hedefgirtin, her wiha hêzên me bi 3 çeperên dijmin de girtin. Her wiha qereqol û çend nuqteyên din yên ku parastina wê dikirin, bi armanca bersivdayînê hatin hedefgirtin û bi awayekî bibandor hatin lêdan.

Çalakî bi teqemeniyeke bi bandor dest pê kir. Di encama vê çalakiyê de beşekî mezin yê avahiya qereqolê, maşîneyên zirxî û çeper hatine îmhakirin. Her weha mewzî, wesayîtên zirxî û çekên giran yên qereqolên derdorê ku parastina wê dikirin jî bi awayekî bibandor hatin lêdan û derbeyeke mezin li dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hatiye xistin.

Di vê çalakiya bersivdayînê de bi qasî ku me tespît kiriye, encam wiha ne:

12 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin, 3 jê giran bi giştî 11 leşkerên artêşa Tirk a dagirker jî birîndar bûn.

10 çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk hatin kuştin û 10 çete jî birîndar bûn.

Her wiha 3 panzêr û 2 wesayîtên kîrpî yên dijmin û gelek avahî, mewzî, çekên giran, wesayît û alavên leşkerî jî hatine îmhakirin û hatine şewitandin.

Di encama vê çalakiya bersivdayînê de hevalekî me birîndar bû û şervanên me yên çalakî kirine bi awayekî serketî vegeriyan baregehên xwe.

Parastina herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê û gelê vê herêmê û nirxê wê erkeke me ya esasî ye. Em êrişî tu hêz û welatên din nakin, lê belê dema êrişên li ser gelê me, herêma me û şervanên me çêbibe, ji bo parastinê tu caran em dudilî nakin û ev mafekî gerdûnî yê rewa ye."