Li Babê di navbera çeteyan de şer heye

Li Babê ya ku di bin dagirkeriya Tirkan de ye, çete bi hev ketine. Ji ber ku sivîl jî bûn hedef, şêniyên bajêr çalakiyeke protestoyê li dar xistin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de; ji Cerablûs û Ezazê û heta Efrînê, Bab û Mariyê rû dide. Li van herêman di 26`ê Tebaxê de şerekî berfireh rû dide, şer li Sosyan a li bakurê rojavayê bajarê Babê zêde bû û heta îro sibehê derbasî hundirê taxên bajar bû.

Bi dehan şêniyên bajarê Babê derketin kolanan û ji ber ku di şerê çeteyan de kesên sivîl tên kuştin, xwepêşandanek li dar xistin.

Çavkaniyên ji bajêr teqez kir ku çete bi guleyan xwepêşandêran dikin hedefa xwe û di encamê de gelek birîndar hene, lê hejmara birîndaran û rewşa wan nehat zelalkirin û çeteyan derketina ji Babê qedexe kirine.

Li gorî çavkaniyên herêmî, di şer de 2 zarok bi topavêja ARBG ku derbasî mala wan bû, birîndar bûn. Çavkaniyan teqez kir ku ji ber şer, şewat û zirar di mal û milkên sivîlan de çêbûn û heta niha şer didome.