Li Babê di êrîşeke bombeyî de 11 kes birîndar bûn
Di êrîşa bombeyî ya li bazara bajêr a Babê de 11 sivîl birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Di êrîşa bombeyî ya li bazara bajêr a Babê de 11 sivîl birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Îro saet 17:00’an de li bajarê Babê yê Bakurê Sûriyeyê ji ber teqînekê 11 kes birîndar bûn.
Li bazara bajêr a Babê bi motosîkletê êrîşeke bombeyî pêk hat. Di encama êrîşê de 11 sivîl birîndar bûn. Sivîlên ku birîndar bûne, rakirin nexweşxaneyên li Bab û Tirkiyeyê.