Li Babê çeteyên dewleta Tirk li hev ketin

Piştî teqîna li Babê pêk hat û şûnde, di navbera çeteyên dewleta Tirk de şer rû da.

Li derdora Nexweşxaneya El Macîd a bajarê Babê yê Bakurê Sûriye yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, teqînek pêk hat. Piştî teqînê li nêzî Mizgefta Îhsan a dikeve bakurê Babê di navbera çeteyên Hûmûslû yên girêdayî dewleta Tirk de şer qewimî. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di şer de 2 çete mirin, 3 jî birîndar bûne.

Heman çavkaniyê anî izman ku di teqîna li nêzî Nexweşxaneya El Macîd pêk hatî de jî sivîlên bi navên Mihemed El Sebax (40) û Mihemede Heşmerî (20) jî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hate gotin ku çeteyê bi navê Ebû Fehed El Sereqî jî miriye û 14 çete jî birîndar bûne.