Li Babê çeteyên dagirker bi nav hev ketin û hev kuştin

Li Babê çeteyan şerê hev kirin û gelek ji hev kuştin û birîndar kirin.

Li Babê çeteyên El Hemzat û yên  dewleta Tirk ên bi navê 'ozgur polîs' bi nav hev ketin û hev kuştin. Diyar bû ku piştî yek ji serekçeteyê El Hemazat ji hêla çeteyên Tirk ve hate girtin di nav wan de şer derketiye.

Jêderên bajarokê Raiyê diyar kirin ku di navbera çeteyan de şer derketiye, ji her du aliyan jî kuştî û birîndar hene, 10 kes birîndar bûne. Hejmara çeteyên ku hev kuştine nayê zanîn.

Piştî ku şerê di navbera çeteyan de rawestiya, Meclîsa Leşkerî ya Babê ya girêdayî dewleta Tirk û çeteyên bi navê 'Ozgur Polîs' ên ku ji hêla artêşa Tirk ve têne pewerdekirin şerê hev kirin. Ji ber ku li ser parvekirina mal û milkê gel li hev nekirine di navbera çeteyan de şer derketiye û di encamê de gelek kuştî û birîndarên çeteyan hene.

Di şerê di navbera çeteyan de  li herêma Cerablûsê heta bi Ezazê dagirkirî  tê gotin 100 çete hatin kuştin û 200 birîndarên wan hene.

Her komeke çete li herêma dagirkirî dixwaze bibe serdest û ev jî dibe sedem ku şerê hev bikin.