Li Babê çeteyan êrîşî xwepêşanderan kirin
Li Babê dewleta Tirk û çeteyên êrîşî gel kir ên ku piştî teqînê daketin qadan. Hate ragihandin ku hin sivîl birîndar bûne û hin sivîl jî mirine.
Li Babê dewleta Tirk û çeteyên êrîşî gel kir ên ku piştî teqînê daketin qadan. Hate ragihandin ku hin sivîl birîndar bûne û hin sivîl jî mirine.
Piştî êrîşên bombeyî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, gel daketin qadan. Gel sloganên ‘Na ji rejîma Erdogan re’ û ‘Bila dagirker ji bajarê me derkevin’ berz kirin û meşiyan navendên leşkerî yên dewleta Tirk û çeteyan.
Leşkerên Tirk û çeteyan gule li gel reşand. Tê diyarkirin ku li bajêr mirî û birîndar hene.
Çavkaniyên li bajêr diyar kirin ku sivîlê 38 salî yê bi navê Mehmûd Sîke miriye û sivîlê bi navê Xalid Mihemed ê 35 salî jî birîndar bûye.
Nerazîbûna gelê Babê ya li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê didome.