Li Amûdê ji bo şehîd Emmar Hemo konê sersaxiyê hate vedan

Li Amûdê ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emmar Hemo konê sersaxiyê hate vedan.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê ji bo sersaxiya ji malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emmar Hemo re ku di 12'ê Kanûnê de li bajarê Hesekê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, merasîmek lidar xist.

Di merasîmê de bi sedan şêniyên navçeya Amûdê, 4 bajarok û gundên wê, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongreya Star, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Kongreya Îslama Demokratîk amade bûn.

Kon li pêşiya mala malbata şehîd a li Amûdê hate vedan.

Di merasîmê de rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Îlham Hisên, fedakariyên şehîdan bi bîr anîn û diyar kir ku heta serkeftinê ew girêdayî destkeftiyên şehîdan in.

Hevseroka Meclîsa navçeya Amûdê Ezîza Hecî Cûlî got: “Em ê her tiştê xwe bidin da ku bigihêjin armancên ku kur û keçên me ji bo wan şehîd bûne. "

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Selahedîn Ehmed, jî durûtiya hêzên navneteweyî û bêdengiya wan a li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: "Em ê li ser şopa şehîdan bimeşin heta ku dagirkerî têk biçe. Madem em li ser rêya berxwedanê ne, serkeftin dê para me be. "

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehadetê ya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Emmar Hemo bi dawî bû.