Li Amûdê ji bo Ocalan ketin greva biçîbûnê

Bi armanca şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Amûdê yê Kantona Qamişloyê çalakiya greva birçîbûnê ya rojekê destpê kir.

Konê çalakiyê ji aliyê Meclîsa Bajarokê Topiz a Amûdê ve hate danîn û 70 kes tevlî grevê bûn. Meclîsê got: “Em komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin.”

Çalakvan ji bo şermezarkirina komployê û daxwaza ji Ocalan re azadî konê greva biçîbûnê vedan. Tê payîn ku çalakî roja Şemiyê bi dawî bibe.

Meha Zor a di grevê de got: “Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî çalakiyeke wiha dikin. Em ê li ser xeta Rêber Ocalan têkoşîn azadiya gelên Rojhilata Navîn bidomînin. Dewleta Tirk bi komployê nagihêje armancên xwe.”