Li Amedê li dijî darbeya qeyûm berxwedan kete roja 6'an

Çalakiya rûniştinê ya ku HDP'yiyan li dijî darbeya qeyûm a li ser Şaredariya Mezin a Amedê dane destpêkirin li Kolana Lîse didome.

Piştî darbeya li şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê çalakiyên protestoyî didomin. Çalakiya rûniştinê ya ku HDP'ê dayî destpêkirin di roja 6'an de îro dîsa li Kolana Liseyê dest pê kir. Di çalakiya rûniştinê de parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Meral Daniş Beştaş, Saliha Aydenîz, Ayşe Acara Başaran, Dersim Dag, Remziye Tosun, Garo Paylan, Musa Farisogulari, Nurettîn Maçîn,  Semra Guzel, Hişyar Ozsoy û Kemal Pekoz, Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, hevşaredarên navçeyan, Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP'ê û DBP'ê, aktivîstên TJA'yê û gelek kesa hazir in. Jin dema çalakiya rûniştinê lîlandin, gelek caran bi dirûşman tê gotin, ''Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.''

ŞAREDARÎ DORPÊÇ KIRINE, RÊ GIRTINE

Polîsan pêş û derdora Şaredariya Mezin a Amedê dorpêç kirine. Kolana Xarpêtê û rêyên tihêlan li trafîkê hatine girtin, TOMA li ser hemû rêyan hatin danîn. Kolana Lîse ku çalakiya rûniştinê lê tê kirin, bi bariyerên polîsan hatin girtin.

Tê payin ku daxuyanî were dayin.