Li Akademiya Şehîd Xebat 250 endam mezûn bûn

Li Akademiya Şehîd Xebat a YPG’ê ya Kantona Efrînê  dewreya 9’an a tûgaya leşkerî ya 250 endaman bi merasîmekê bi dawî bû.

Tevlîbûna ji bo tûgayên leşkerî yên YPG’ê didome. Li Akademiya Şehîd Xebat a YPG’ê dewreya bi navê ‘Şehîd Tekîn’ hatibû vekirin 45 rojan domiya, bi merasîmekê bi dawî bû. Di dewreya perwerdehiyê de waneyên bîrdozî û leşkerî dihate dayîn.

Bi armanca bidawîkirina dewreyê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Serokê Desteya Parastinê yê kantona Efrînê Behcet Ebdo bidawîkirina perwerdehiyê li şervanan pîroz kir û got “Tevlîbûna vê hejmarê ji bo perwerdehiyê amadebûna wan a ji bo parastina herêmê nîşan dide.”

Endamên dewreya perwerdehiyê sûnda leşkerî xwarin.

Di dawiya merasîmê de, koma şehîd Engîzek a girêdayî Desteya Parastinê stranên folklorî strandin, şervanan jî ligel stranan govend gerandin.