Li Şerayê 20 leşker û çete hatin kuştin, tankek hate teqandin
Hêzên QSD'ê li bejahiya navçeya Şera ya Efrînê derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.
Hêzên QSD'ê li bejahiya navçeya Şera ya Efrînê derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li derdora gundê Dêriswanê yê navçeya Şerayê derbeke giran li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin.
Li vê derê tankeke artêşa Tirk hate teqandin, derb li du wesayitên zirxî yên bi tîpa BMB hate xistin û zêdeyî 20 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin.
Şerê giran ê li herêmê dewam dike.